Li Minbicê li dijî dagirkeriya Tirk xwepêşandina hate lidarxistin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê di dema li dijî agirkeriya Tirk a ji Kurditanê re li gelek cihên cîhanê çalakî têne lidarxistin, li dijî kiriyarên dewleta Tirk xwepêşandan lidar xist. Di xwepêşandanê de daxuyanî hate dayîn.

Li Minbicê li dijî dagirkeriya Tirk xwepêşandina hate lidarxistin
Li Minbicê li dijî dagirkeriya Tirk xwepêşandina hate lidarxistin
26 gulan, 2018   08:51

MINBIC

Di çarçoveya xwepêşandanê de bi sedan şêniyên Minbic û gundên wê li Çerxeriya Sebe Behrat kom bûn. Çalakvanan pankartên bi nivîsên "Ne ji dizî û talankirina malên gelê Sûriyê re" û wêneyên şehîd û birîndarên berxwedana Efrînê vekiribûn.

Di xwepêşandanê de daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclîsa Rêveber a Meclîsa Sivîla Demorkatîk a Minbicê Nezîha Xelo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Sûriyê rastî kuştin, wêranî û koçberiyê hat. Herî dawî jî dagirkeriya Tirk a ji bajarê Efrînê bû. Şêniyên wê hatin koçberkirin, mal û milkên wan hatin talankirin. Kesên bê guneh hatin qetilkirin. Gefên dewleta Tirk ên ji bo êrîşa li ser Minbic û herêmên din ên Bakurê Sûriyê didom in. Dewleta Tirk di riya çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û komên din ên tund rew derbasî Sûriyê dike. Bi vê yekê dixwaze aloziya Sûriyê dewam bike û riyên çareseriyê neyên dîtin. Dewleta Tirk bê dengiya civaka navdewletî û bê hêziya NY ya çareseriyê qezenc kiriye.

Lewma em Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundên wê  û herêmên din ên Bakurê Sûriyê tekez dikin ku pêwîste aloziya Sûriyê di riya danûstendinan de were çareserkirin, rijandina xwînê raweste. Her wiha binesaziya mayî ya Sûriyaya yekbûyî were parstin. Ev yek jî tenê bi derxistina hêzên dagireker û di serî de dewleta Tirk ji bakur-rojavayê Sûriyê dê pêk were. Divê ji Idlib, Efrîn, Bab û heta Ezaz, Cerblus û tevahî herêmên Sûriyê werin derxistin, da ku gelê Sûriyê bi xwe karibe di riya danûstendinê re pirsgirêkên xwe çareser bikin."

(dc)

ANHA