Dewreya 246 endamên hêzên ewlekariya hindirîn bi dawî bû

 Akademiya Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Şehîd Idrîs Mehûmd dewreya xwe ya 25'an ku bi tevlîbûna 246 endaman deh roj berê hatibû destpêkirin, bi dawî kir.

Dewreya 246 endamên hêzên ewlekariya hindirîn bi dawî bû
25 gulan, 2018   12:37

GIRÊ SPÎ

Akademiya Şehîd Idrîs Mehmûd a li herêma Eyn Îsa deh roj berê dewreya perwerdeyê bi navê Şehîd Xalid Bozan bi beşdarbûna 246 endamên hêzên ewlekariya Hindirîn da destpêkirin. Di dewreya ku dersên siyasî û bîrdozî hatin dayîn.

Dewre îro bi merasîmekê bi dawî bû. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Endamê Rêveberiya Ewlekariya Hindirîn Iskender Îsa axivî û got ku endamên hêzên ewlekariya hindirîn bi awayekî fedayî parastina herêmê bikin.

Di dawiya merasîmê de beşdarên dewreyê soz dan ku ew ê bi hemû hêza xwe ji bo ewlekariya herêmê tekoşîn bidin meşandin.

(hh/dc)

ANHA