Sala xwendinê li Dêrazorê bi dawî bû

Komîteya Perwedeyê ya Meclîsa Sivîla Dêrazorê ezmûnên werza duyemîn a xwendinê bi dawî kir.

Sala xwendinê li Dêrazorê bi dawî bû
25 gulan, 2018   10:19

DÊRAZOR

Zêdeyî 50 hezar xwendekarên Dêrazorê di sala xwendinê ya 2017/2018'an li 219 dibistanên gundewarên rojhilat ên Dêrazorê xwendin. Di van dibistanan de hezar û 900 mamosteyan perwerde didan. Duh werza duyemîn a xwendinê bi dawî bû.

Xwendekarên bi navê Xidr El-Salih ê di reva 3'yan de derbarê mijarê got ku sala xwendinê xweş bû û ev tişt anî ziman: "Em van rojan kêliyên xweş jiyan dikin. Em hatin dawiya sala xwendinê û em di ezmûnan re derbas bûn. 5 sal bûn zarokên herêmê ji xwendinê bê par mabûn. Lê îro careke din em vegeriyan û dibistanê dixwîn in."

Endamên Komîteya Perwedeyê ya Dêrazorê diyar kirin ku tê payîn bawername di roja 28'ê gulanê de were belavkirin.

(dc)

ANHA