Li Kerkûkê DAIŞ'ê êrîşî Heşdî Şebî kir

Hate ragihandin ku li navçeya Hewîce ya  Kerkûkê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî hêzên Heşdî Şebî kirin, di şerê derketî de, 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û 3 endamên Heşdî Şebî jî birîndar bûn.

Li Kerkûkê DAIŞ'ê êrîşî Heşdî Şebî kir
24 gulan, 2018   17:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên  hêzên ewlehiyê hatine girtin, vê êvarê çeteyên DAIŞ'ê li gundê Elehnefî yê navçeya Hewîce ya Kerkûkê êrîşî Tabûra Ebasî ya ser bi hêzên Heşdî Şebî kirin.

Li gorî heman çavkaniyê, çeteyên DAIŞ'ê bi êrîşên xwekujî êrîşên giran pêk anîne, şer û pevçûnên dijwar li wê herêmê rû dane.

Hate ragihadin ku di şer û pevçûnên heta niha dem dem berdewam dike de, 3 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin ku dudyan xwe teqandine. Herwiha 3 endamên Heşdî Şebî jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ji hêzên ewlehiyê hatine girtin, li herêmê hêzên Heşdî Şebî dest bi operasyonê kirin.