Dîdargeha Rojava ya şêwekariyê sibe vedibe

Şêwekarekî Kobanê bi du tabloyan di derbarê Efrînê de beşdarî Dîdargeha Rojava a hunera şêwekariyê ya li bajarê Qamişlo dibe.

Dîdargeha Rojava ya şêwekariyê sibe vedibe
17 gulan, 2018   08:05

CUMA MIHEMED - DICLE EHMED / KOBANÊ

Tê payîn ku pêşangeheke şêwekariyê di bin navê "şehîd Heqî Qerer" de sibe li bajarê Qamişlo bi beşdariya 20 şêwekarên Rojava were vekirin.

Yek ji şêwekarên beşdar Mihemed Şahîn ê ji bajarê Kobanê ye û dê bi du tabloyên di derbarê Efrînê de beşdar bibe.

Mihemed Şahîn xelata duyemîn a Dîdargeha hunera şêwekariyê ya bajarê Qamişlo di sala borî de wergirtiye ku 72 hunermend beşdar bibûn.

ANHA