Hêzên rejîma Îranê êrîşê xwepêşanderan kirin

Hêzên rejîma Îranê êrîşê xwepêşanderên bajarê Kazrunî yê girêdayî Şîraz kirin û di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de çend xwepêşander hatin kuştin û birîndar bûn.

Hêzên rejîma Îranê êrîşê xwepêşanderan kirin
17 gulan, 2018   06:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê welatiyên bajarê Kazrunî yê Îranê carek din li dijî rewşa aboriya nebaş a welat û siyaseta şaş a hikûmetê li hemberî jiyana welatiyan, daketin qadan. Hêzên rejîma Îranê jî li dijî xwepêşanderan çek bi kar anîn.

Xwepêşandana welatiyên Kazrun ya Îranê ji meha Nîsanê ve berdewam dike û yek ji xwepêşandana wan a herî berfireh jî di nimêja Îniya buhrî de pişta xwe dabûn mele û dirûşmeya ‘pişta me li dijmine û berê me li niştîmane’ gotin.

Duh êvarê carek din xwepêşandanan destpê kirin. Hêzên rejîma Îranê gule li xwepêşanderan reşandin, xwepêşanderan jî navendek a polîsan da ber agir.

Kampanya mafê mirovan li Îranê ragihand ku di encama gulereşandina hêzên rejîma Îranê de zêdetirê 3 welatî hatine kuştin.