Ji rêjîma Baas pîlanek din li dijî gelê Sûriyê

Saziyên çapemeniyê yên rêjîma Baas diyar kirin ku rêjîm dê nasnameyên welatiyên Sûriyê bide guhertin, bi vê yekê wê zêdeyî 7 milyon welatî bê nasname bimîn in.

Ji rêjîma Baas pîlanek din li dijî gelê Sûriyê
Ji rêjîma Baas pîlanek din li dijî gelê Sûriyê
8 gulan, 2018   07:09

MIHEMED TEYAWÎ/TEBQA

Ajansa Suptink a Rûsiya daxuyaniyek Wezîrê Karê Hinidr ê Rêjîma Sûriyê Mihemed El-Şear a derbarê mijara nasnameyan, weşand. Piştî saziyên çapemeniyê yên rêjîmê ew daxuyanî red kirin.

Armanca rêjîma Sûriyê ji vê gave tê zanîn, heger ev biryara rêjîma Sûriyê pêk hat, wê zêdeyî 7 milyon welatiyên Sûriyê bê nasname bimîn in. Welatiyên ku ji ber bombe û topên hêzên rêjîmê koçber bûne. Rêjîmê bi xwe dîmografiya gelek herêman da guhertin. Niha jî dixwaze guhertina demografî ku li gorî berjewendiyên xwe pêk anî, rewa bike.

Li şûna wan jî dê nasnameya Sûriyê bidin hemû çeteyên ku rêjîma Sûriyê wan di şerê li dijî gelê Sûriyê de bikar anîn, da ku navê hêzên alîkar ji ser wan were rakirin. Televizyona El-Exbariye jî derbarê mijarê de got ku hemû Artêşa Sûriyê bûne ji welatiyên Sûriyê.

Hevserokê Sicîlên Sivîl a Komîteya Hindir a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Idnan El-Hisên ev gava rêjîmê wekî gaveke qirêj pênase kir.

El-Hisên her wiha da zanîn ku ev gava wan di çarçoveya guhertina demografîk li Sûriyê pêk hatiye. Wiha jî wê gelê Sûriyê yên koçber bûne ji nasnameyan bê par bimînin.

El-Hisên derbarê mijarê de wiha got: "Em bi navê hemû pêkhateyên li ser xaka Sûriyê jiyan dikin, vê gava rêjîma Sûriyê red dikin. Ev jî gavek din a li dijî gelê Sûriyê ye. Gelê me yeke û bi xwîna şehîdên me hevgirtina me xurtir bûye."

(dc)

ANHA