Rejîma Îranê gefan li kasibkar û esnafan dixwe

Çalakiya grevê ya bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike. Rejîma Îranê hêzên xwe yên di nava bazaran de zêde kirine û erîşê esnaf û kasibkaran dike ku çalakiya xwe bi dawî bênin.

Rejîma Îranê gefan li kasibkar û esnafan dixwe
5 gulan, 2018   12:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên navçe û bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên li hember giraniya kel û pel û girtina sînoran berdewam dike. Her ku diçe çalakî berbi astek nû ve diçe. Li gorî agahiyên hatine girtin, hêzên rejîma Îranê ji bo ku dawî li çalakiyên esnaf û kasibkarên sînor yên Rojhilatê Kurdistanê bîne zextê li gel dikin.

 Greva giştî ku bi pêşengiya bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê destpêkir, di roja xwe 21’an de berdewam dike. Rejîma Îranê ji bo çalakî bi dawî bibe zextê li esnaf û dikandaran dike. Sopayên Îranê bê biryara dadgehê qedexeya çûn û hatinê di nava bazara Banê de ragihandine. Herwiha polîsên Îran êrîş jî dibin ser esnaf û dikandaran. Her ku diçe hêza xwe jî li nava bazarê zêde dike.

Di aliyê aborî de bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê xwedî giringiyek xwe yê taybete. Bane xala taybet ya Rojhilatê Kurdistan û îranê ye. Di ser Bane re bazirganiyek mezin tê kirin. Îran bi girtina sînor dixwaze welatiyan hewceyê xwe bike.

Duh li sînorên Hawraman yê Rojhilatê Kurdistanê 25 kasibkar hatin binçavkirin. Pasdarên Îranê dest danî ser barê kasibkaran. Tê payîn îro kasibkar biribin bajarê Pawe yê ser parêzgeha Kirmaşan. Herwiha li gorî agahiyan tê payîn sibe kasibkar werin dadgehkirin.