Detay û encamên êrîşa li ser gundewarên Kobanê

Artêşa Tirk a dagirker îro di saetên êvarê de, êrîşî gundewarên rojavayê Kobanê kir, di encamê de şerekî dijwar rû da û leşkerek Tirk hat kuştin.

Detay û encamên êrîşa li ser gundewarên Kobanê
1 gulan, 2018   19:39

KOBANÊ

Îro derdora saet 16.30ʹan de artêşa Tirk a dagirker bi fûzeyên Obîsan êrîşî seranserî gundewarên rojavayê bajarê Kobanê kirin (taybet gundên Çarilxî, Aşmê û Qiran). Şervanên YPG/YPJʹê bersiva êrîşê dan, di encamê li herêmê şerekî dijwar rû da û nêzî du saetan dom kir.  

Li gorî çavkaniyên leşkerî, hat tesbîtkirin ku di şer de leşkerekî Tirk hatiye kuştin.

ANHA