Merasîmeke xiyabî ji bo Berjîn Çiya hat lidarxistin

Ji bo şervana YPJ‘ê Zozan Bozan (Berjîn Çiya) a ku di 3‘ê Nîsanê de di Berxwedana Serdemê şehîd bû, merasîmeke xiyabî hate lidarxistin.

Merasîmeke xiyabî ji bo Berjîn Çiya hat lidarxistin
Merasîmeke xiyabî ji bo Berjîn Çiya hat lidarxistin
28 nîsan, 2018   12:37

HESEKÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê ji bo şervana YPJ‘ê Zozan Bozan (Berjîn Çiya) ya ku 3‘ê Nîsanê de di Pêngava Berxwedana Serdemê de şehîd bû, merasîmek xiyabî lidarxist.

Merasîmê li ber mala têkoşer Zozan li taxa Ronahî hate lidarxistin. Şêniyên bajarê berê xwe dane cihê merasîmê ji malbatê re sersxî xwestin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zehra Casim axivî  sersaxî ji melbata têkoşer Berjîn  re xwest û got, " Bi saya keda şehîdan aramî li herêmê pêk hatiye û dê saya wan berxwedana Efrînê wê bi serkeve."

Li ser navê malbata Berjîn, bavê wê Mihemed Bozan axivî û bi xêrhatina gireseyê kir û got, "Çiqas em pesnê şehîdan bidin em nikarin binîn ziman"

Bozan soza şopandina xeta şehîdan da.

Di berdewama merasîmê de, bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Stêra Reşik axivî û got, "Xeta berxwedanê ku îro tê meşandin, bingeha xwe xwîna şehîdan e. Berxwedanî li Serêkaniyê dest pê kir û li Efrînê tecîdar dike. Berxwedaniya li Bakurê Sûriyê tê kirin, tevahî cîhan matmayî kir. Li Efrînê berxwedaniya bêhempa  didome, bingeha vê berxwedanê jî îradeya gel e, madem îrade esas serkeftin tekez wê para gelê Efrînê be."

Merasîm bi dirûşemeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bb)

ANHA