Li Dukan teqîn, welatiyekî 76 salî jiyana xwe ji dest da

Li bajarokê Dukan a Silêmaniyê ji ber teqîna mayînê kesekî 76 salî jiyana xwe ji dest da.

Li Dukan teqîn, welatiyekî 76 salî jiyana xwe ji dest da
19 nîsan, 2018   17:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Polîsên Silêmaniyê, îro li gundê Cublah ê Dukan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ji ber teqîna mayînekê kesê  bi navê (M.H. A) yê 76 salî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên polîsan, cenaze ji bo Tiba Edlî ya Silêmaniyê hatiye şandin û derbarê bûyerê de lêkolînê destpê kiriye.