Gelê Mexmûrê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin

Li Wargeha Penameberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ji aliyê Saziya Perwerde û Hîndekariyê ve bi daxuyanêya çapemeniyê hat şermezarkirin.

Gelê Mexmûrê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin
18 nîsan, 2018   17:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Wargeha Penameberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) îro di saet 15:00’an de ji aliyê Saziya Perwerde û Hîndekariyê veli sahaya fûtbolê bi tevlînbûna hemû xwendevan û gelê Wargehê ve dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê bi daxuyanêya çapemeniyê hat şermezarkirin.

Beriya ku daxuyanî destpêbike, ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Di daxuyaniyê de duwizên bi nivisa, 'RêberApo vîna me ye', 'Yekemîn armanc azadiya Rêber Apo  ye' û 'Welatê me ne welatê Tirkan e' hatin hilgirtin.

Daxuyanî ji aliyê xwendevana Amadeyî ya bi navê Mizgîn Kapar ve hat xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dagirkeriya faşîst ya Tirk ji 17’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve nahêle kû bi ti şêweyî bi Rêber Apo re hevdîtin bênpêk anîn.Rejîma qirker hêvî dikir kû bi van pêkanînên dijmirovî wê encam bigre. Lê me wek xwendekarên Rêbertiyê, ev pîlanên dijmin vala derxistin. Ji ber me jiyanek bê Rêbertî ti caran ne jiyan kir û ne jî pejirand. Ji ber kû Rêbertiya me hebûn û azadiya me ye.”

ʹHîn jî xwîna bi hezaran qehremanên Başûrê Kurdistanê zuha nebûye’

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin: “Bi taybet dîktatoriya Erdogan û Baxçelî dixwaze ji bo destkeftiyên Kurdan tine bike, her wiha siyaseta înkar û îmha kirinê li ser gelê Kurd ferz bike, êrişî Rêbertî û her çar parçeyên Kurdistanê dike. Lewra faşîzma sipî, reş û kesk bi hev re, di her aliyî de dimeryetê dene. Sebir û tehamûla dijminê xwînxwar jî daxwaziyek herî biçûk a demokratîk ya Kurd re nemaye. Lewra ji bo dijmin, Kurdê herî baş Kurdê miriye. Ji bervê li Bakûrê Kurdistanê; Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Silopî, Gever, Farqîn  û Varto, li bodroman de wehşet daye meşandin. Ji bo şoreşa Rojava jî têk bibin ketin di nava hewildanên dagirkirina Efrînê de. Her wiha ji bo destkeftiyên Başûrê Kurdistanê têk bibin, niha dest bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê kirine. Li himberî vê destwerdanê piştgirîdayîna PDK’ê berdewama peyama seda Dûkanê ye.

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê kû piştî peyama Dûkanê xaka Başûrê Kurdistanê nêzî  %46 dest jêber daye, êdî ti vîna wî ya siyasî nemaye, her wiha di nava lehîstokên dijmin de xeflet û xiyanetê dijî. Di heman demê de Piştgirî dide dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê. Ji ber wê ye ku li Başûrê Kurdistanê heta dawî bi baregehên dagirkeriyê hatiye dagirtin . Her wiha dewleta MÎT ya Tirk û leşkerên wê li Başûr  zêde bûye. Enfal û Halebce hîn jî ji bîra mene çûne.

Hîn jî xwîna bi hezaran qehremanên Başûrê Kurdistanê zuha nebûye û birînên me kevin nebûne. Xaka pîroz a ku bi berdêlên xwîna bi hezaran şehîdan bi destxistin, PDK’ê di berdêla hevkarî û hevalbendiya dagirkeriyê de pêşkêşî faşîzma Tirk dike. Beriya niha dema bombebarana balefirên şer û hwd, li Herêma Balayan û Şêladizê çêbûye de bi dehan hemwelatiyên herêmê ji ber ku Kurdbûn hatin qetil kirin. Piştî komkujiyan, daxuyaniya rêbeberiya PDK’ê Nêçîrvan Barzanî ji sosretê wêdetir mikur hatina li xwe û xiyaneta xwe bû. Mesele ne hebûna PKK’ê ye, ji xwe PKK zarokên vî gelî ne. Dijminê hov dixwaze li her çar parçeyên Kurdistanê Kurdan tine bike. Dîsan rêveberiya PDK’ê ji bo berjewendiyên xweyên malbatî û eşîrtî xiyanetê li gel dike. Edî li Başûrê Kurdistanêewlehî, aramî û asayîbûnnemaye.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Em weke Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî divê qonaxa nû destpêkirî de êrîşên li ser Rêber Apo û hewildanên destwerdana dagirkirina xaka pîroz ya ku bi xwîna Şehîdan hatiye avdan ya Başûrê Kurdistanê, parçeyek ya siyaseta înkarû îmhaya Kurd û kurdistanê

dibînîn. Lewra nîjatperestiya seretayî wek di dîrokê de bûye, diroja me ya îro de ji xizmeta dijminên gelê me dike. Em vê yekê bi ti şêweyan napejirinin û her wiha bi tundî şermîzar dikin.”

Daxuyanî bi birûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimre xiyanet” û “ Bijî berxwedana Îmralî” bi dawî bû.