Beşek ji çandiniya bejî telf dibe û cotkar bang dike

Li navçeya Girke Legê û gundewarên wê beşek ji çandiniya bejeyî zerar dîtiye û cotkar ji aliyên têkildar dixwazin ku dayîna deynan were talok kirin.

Beşek ji çandiniya bejî telf dibe û cotkar bang dike
Beşek ji çandiniya bejî telf dibe û cotkar bang dike
Beşek ji çandiniya bejî telf dibe û cotkar bang dike
Beşek ji çandiniya bejî telf dibe û cotkar bang dike
18 nîsan, 2018   12:01

LÎNA CANKÎR / QAMIŞLO

Demsala çandiniyê yê sala (2017-2018) ji ber kêmbûna baranê ziyan dît. Li navçeya Girke Legê û gundewarên wê çandiniya bejeyî û bi taybet genim û ceh ziyan dîtin.

Cotkarên ku bîrên wan ên avê hene erdên xwe av dan û gelek cotkar jî bîrên wan tinebûn û nikarîbûn erda xwe av bidin, niha jî aliyê madî de ziyan dîtin.

Berhema demsala çandiniyê lewaz e

Cotkarê bi navê Seîd Yaqûb ê ji gundê Sermisax ê gundewarên navçeya Girke Legê anî ziman ku wî ji bo cot, çandin û dermankirina erdê xwe derdora du mîlyon L.S dane û niha jî ew nikare van deynên xwe bide.

Yaqûb di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku gundên aliyan bi giştî çandiniya wan li ser baranê ye û bîrên hemû cotkaran nînin ku erdê xwe av bidin.

Di berdewamiya gotinên Yaqûb de hat gotin ku wan îsal gelekî ziyan dîtiye.

Ji aliyên têkildar alîkarî xwestin

Yaqûb diyar kir ku gelek cotkaran tov û semad ji Boruyên Çandiniyê girtin û dê piştî mewsim deynên xwe dabane.

Cotkaran ji aliyên têkildar xwestin ku dayîna deynan were talok kirin.

Aliyên têkildar vê rewşê dinirxînin

Rêveberiyên Buroya Çandiniyê ya navçeya Girke Legê anîn ziman ku ew ji bo talokirina dayîna deynan nîqaş dikin û hewl didin çareser bikin.

(np)

ANHA