Yek ji şahidin komkujiya Til Eranê: Elmas Îbo Fîraz

Elmas Îbo Fîraz ku yek ji şahidin komkujiya navçeya Til Eranê ya sala 2013`an, tevî şerê dijwar dev ji navçeya xwe bernade û li rex şervanên Cibhet El-Ekrad parastina navçeyê kir.

Yek ji şahidin komkujiya Til Eranê: Elmas Îbo Fîraz
16 nîsan, 2018   06:06

EHMED REŞÎD / HELEB

Elmas xwe ji mêr kêmtir nabîne û bi mêr re nakeve pêşbirkê, ew ji tecrûbeyên jiyanê fêr bûye û li deşteke bi bereket a çandiniyê, mezin bûye.

Elmas Îbo Fîraz 1965`an li navçeya Til Eranê yê girêdayî bajarê Sifîre yê Helebê ji dayîk bûye. Bi berpirsyartiya malbatê re destpêkiriye û erka parastina gundê xwe jî hilgirtiye. Ew di malbateke ku ji 8 zarokan (3 xort û 4 keç) pêk tê, mezin bûye ji êla Dina ya Til Eranê ye. Di wê demê de qedexe ye ku jin bixwîne û nemumkine ku jin biçe dibistanê, Elmas jî yek ji qurbanên vê zihniyetê ye.

Fêrî çek dibe û tevlî şer dibe

Parastin parçeyek ji jiyana wê civakê ye, li her malekê çek tê peyde kirin. Elmas 12 saliya xwe de li ser pêdiviya parastina malê ji bavê xwe fêrî bikaranîna çek dibe. Ji zarokên malê ew parastina mal dike û piştre li hemberî çeteyan jî şer dike.

Di Tîrmeha 2013`an çeteyên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam, çeteyên DAIŞ, Tabûra Selahedîn û ya Azadî yên girêdayî ENKS`ê êrîşî navçeya Til Eran û Til Hasilê  dikin. Jin, zarok û ixtiyar ji gund têne derxistin tenê şervanên Cebhet El-Ekrad ji bo parastina gund dimînin û li hemberî çeteyan şer dikin. Elmas ji malê dernakeve û mala wan li destpêka navçeyê ye. Şervan li mala wan li hemberî çeteyan şer dikin, Elmas jî ne tenê cercûlên kelaşinkofê tejî dike, çeka qenasê bikartîne û şûna şervanan jî nobedariyê dike.

Elmas da zanîn ku wê qebûl nekir ku zilm wan were meşandin û mal û milkên wan werin talankirin. Elmas  dema diaxivî hemû bîranînên wê hatin bîra wê û bi taybet komkujiya Til Eran û Til Hasil ticarî ji bîra wê naçe. Êrîşa çeteyan li ser Til Eran û Til Hasilê 3 rojan didome û roja 27`ê Tîrmehê komkujî pêk tê. Elmas jî yek ji şahidên vê komkujiyê ye.

Lewaziyê qebûl nake

Elmas bi herkandina jiyanê re fêrî hemû karî dibe, ew malê birêvedibe, ji bo cotkariyê bike xwe fêrî bikaranîna terektorê dike, avdaniya 15 hektar ard dike, ji teknîkê fêm dike, sewalan xwedî dike û çandiniyê jî dike. Ew di nava wê civakê de tê naskirin, jin û mêr her kes bi rêz nêzî wê dibin. Ew qîma xwe bi tu mêrî nayîne û nazewicê û hezkirina wê ji jiyanê re her zindî ye. Niha ew û xwişkeke xwe bi hev re li malê dijîn.

Di Tîrmeha 2013`an de, çeteyên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam, Tavbûra Selahedîn û Azadî yên girêdayî ENKS`ê êrîşî navçeya Til Eranê dikin û roja 3`yemîn ji şer 27`ê Tîrmehê komkujî pêk anîn. Di encamê de zêdetirî 40 sivîlî ku di nava wan de zarok û jin jî hebûn şehîd bûn, bi dehan birîndar bûn û bi dehan dîl ketin destê çeteyan.

ANHA