Li Til Hemîs cenazeyê kesekî nayê naskirin hat dîtin

Şêniyên gundê Wail ê navçeya Til-Hemîs a kantona Qamişlo cenazeyê ciwanekî ku nasnameya wî nayê nasîn, dîtin.

Li Til Hemîs cenazeyê kesekî nayê naskirin hat dîtin
14 nîsan, 2018   12:50

QAMIŞLO

Cenazeyê ciwanekî ku nasnameya wî nehat naskirin, bi avê re ji çiyayê Şengalê hatibû û li gundê Wail ji aliyê şêniyên gund ve tê dîtin.

Hêzên Asayîşê piştî ku buyer lêpirsîn kirin agahî dan ku ev bûye zêdetirî hefteyeke ew ciwan hatiye kuştin. Cenaze bê serî ye û piştî baran bariya ji çiyayê Şengalê bi avê re hatiye li gundê Wail ê Til Hemîs hatiye dîtin.

(np)

ANHA