Dewreyeke perwerdeyê ji bo 56 fermandarên QSDʹê dest pê kir

Li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb a QSDʹê dewreyeke perwerdeyê bi tevlîbûna 56 fermandaran dest pê kir.

Dewreyeke perwerdeyê ji bo 56 fermandarên QSDʹê dest pê kir
Dewreyeke perwerdeyê ji bo 56 fermandarên QSDʹê dest pê kir
Dewreyeke perwerdeyê ji bo 56 fermandarên QSDʹê dest pê kir
12 nîsan, 2018   17:19

GIRÊ SPÎ – Li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb a navçeya Eyn Îsa a girêdayî Kantona Girê Spî 5ʹemîn dewreya perwerdeyê ya bi navê ʺŞehîd Sîpan Deraʺ bi tevlîbûna 56 fermandaran hate vekirin. Dê dewre du mehan dom bike û tê de dersên.

Vekirina dewreyê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Berdevkê QSDʹê Kîno Gabriyel axivî û da zanîn ku ew ê her dem hêza xwe zêde bikin da Sûriyeke demokratîk were avakirin û gelê Sûriyê bi xwe pêşreja xwe diyar bike.  

Şervanê bi navê Yasir Dêrezor axivî û diyar kir ku ew ji bûna azadiya gelê Sûriyeyê û parasdiya xaka Sûriyê têdikoşin û wiha got, ʺBanga min ji hemû ciwanên Sûriyeyê re heye ku cihê xwe di nava refên QSDʹê de bigrin û bi yek destî dijmin ji welatê xwe derxin.ʺ

Di dawiyê de dîlan hat gerandin.  

(mm)

ANHA