Hêzên Ewlekariya Hundirîn navendeke taybet bi jinan vekir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Tebqayê navenda taybet ji bo endamên jin vekir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn navendeke taybet bi jinan vekir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn navendeke taybet bi jinan vekir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn navendeke taybet bi jinan vekir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn navendeke taybet bi jinan vekir
9 nîsan, 2018   10:02

TEBQA

Di navanda taybet a jinan de bi dehan jinên ku tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Tebqayê bûne, hene.

Ji ber ku tevlîbûna jinan di nava Hêzên Ewlekariya Hundrîn de zêde bû ji ber vê yekê,  Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn biryar da ku navendeke taybt bi jinan veke.

Girîngiya navenda taybet bi jinan ji bo ku jin rola xwe û cihê xwe di parastina welat û gelê xwe de bigre, herwiha ji bo ku dosyayên taybet bi jinan û lêkolînin dosyayên ku aramiya herêmê tevlî hev dike, bişopîne.

Yek ji rêveberên navenda taybet bi jinan Sûmeya El-Selac diyar kir  ku ji bo ku Netewa Demokratîk bi tevlîbûna jinan di rêvebriya civakê û parastina wê de pêk were ev navend  hate vekirin.

Her wiha yek ji jinên ku li navendê dimîne Helîma El-Elî El-Nûr derbarê tevlîbûna xwe di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ev tişt got, "Ji bo ku ez parastina jinan bikim ez tevlî Hêzên Ewlekariya Hundrîn bûm."

Yek ji rêveberên navendên  Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebîr El-Hesen bang li hemû jinên herêma Tebqayê kir ku ji bo ku rola xwe di parastina welat û gelê xwe de bilîzin pêwîste tevlî Hêzên Ewlekariya Hundrîn bibin.

(bx)

ANHA