ʹXiyaneta ENKSʹê li Efrînê careke din derket holêʹ

Endamê Rêveberiya TEV-DEMʹê Seyda Gabar: Bêdengiya li hember rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar û wêrankirina malên gelê Efrînê, xiyaneta ENKSʹê careke din eşkere kir.

ʹXiyaneta ENKSʹê li Efrînê careke din derket holêʹ
31 adar, 2018   17:43

QAMIŞLO – TEV-DEM bi şêniyên bajarê Dêrikê re civiya, rewşa siyasî û Berxwedana Serdemê ji wan nirxand. Di civînê de bal hat kişandin ser hevkariya ENKSʹê bi dagirkeriya Tirk re. 

Civîn li navenda Şehîd Bawer a YCRʹê bi beşdariya bi sedan welatiyan hat lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya TEV-DEMʹê Seyda Gabar axivî, rewşa siyasî ya Sûriyê (taybet Efrînê) nirxand, her wiha bal kişand ser komployên li dijî projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê û hevkariya Tirkiye û Rûsya ya dagirkerkirina Efrînê. 

Seyda anî ziman ku Rûsya di êrîşên li ser Efrînê de roleke neyînî lîst û li beramberî valakirina Şamê ji çeteyên Tirkiyeyê, destûra dagirkirina Efrînê da dewleta Tirk. 

Seyda destnîşan kir ku di êrîşên li ser Efrînê de, careke din xiyaneta ENKSʹê derket holê û wiha got, ʺENKSʹê ku di bin sîwana Îtîlafa Sûrî de tev digere destek da dagirkeriya Tirk a ku peykerê Kawayê Hesinkar rûxand û malên gelê Efrînê talan kirin. Bi vê yekê careke din xiyaneta ENKSʹê derket holê. Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk ji bo ku siyasetên xwe li herêmê bide meşandin, ENKSʹê bi kar tîne. ʺ

Seyda di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê misogeriya avakirina Sûriyeke azad û avakirina civakê li ser esasê jiyana hevbeş û aram e. 

Civîn bi nîqaşan û bersivdayîna pirsên beşdaran bi dawî bû.  

(mm)

ANHA