Şengalî: Wê deriyê gomrikê li ser gelê Şengalê tu carî neyê girtin

Ji ber hatina Artêşa Iraqê li gomrika di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de, gelê Şengalê ber bi gomrikê ve meşiyan û daxwazên xwe pêşkêşî Artêşa Iraqê kirin. Ji aliyê Artêşa Iraqê ve daxwazên wan hatin pejiranidn.

Şengalî: Wê deriyê gomrikê li ser gelê Şengalê tu carî neyê girtin
31 adar, 2018   17:14

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku Artêşa Iraqê kete gomrika di navbera Şengalê û Rojavayê Kurdistanê de gelê, di hate gotin ku wê gomrik were girtin, li dijî vê yekê gelê Şengalê ber bi sînor ve meşiyan û daxwazên xwe pêşkêş kirin.

Li ser navê girseya gel,  Endamê Desteya Rêveberiya Şengalê Hecî Hesen bi rayedarên Artêşê Iraqê re  rûnişt û xwestekên gel ji wan re ragihandi.

Daxwazên gel ev in:

ʺWê deriyê gomrikê li ser gelê Şengalê ti car neyê girtin, wê nexweş timî werin derbas kirin, hezên YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê jî bi awayek aktîf cihê xwe di wir de bigirin û beyî agahiya wan kesek biyanî nayê derbas kirin. Her wiha rayedarên Artêşa Iraqê jî ev xwestek pejiran din.

Piştre gel berê xwe da Deriyê Gelê Kersê ku wêneyên şehîdan li wirin, tê gotin ku wê ji aliyê Artêşa Iraqê ve werin rakirin û li wir girseyê dest bi çalakiyê kirinʺ.