Li Parîsê meşa prtestoyî li dijî dagirkeriya Tirk

Li paytext Parîs a Fransayê Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê bi meşekê protestoyî kirin.

Li Parîsê meşa prtestoyî li dijî dagirkeriya Tirk
31 adar, 2018   16:13

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya di pêşengtiya Platforma Xwedîderketina li Efrîn a Parîs de hate lidarxistin, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.

Meşa ku saet 15:00’an de ji Qada Repûblîqûe destpê kir, pankartên “Tirkiye li gel komên cîhadîstan li Efrînê kêmenetewan qir dike” û “Serî Hilde” heta Qada Bastîlle bê ku rawestin dirûşmên berxwedanê qîr kirin.

Di çalakiyê de têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên hevkariya şirîk a AKP/MHP’ê ya li ser Efrînê belavok hatin belavkirin. Li Qada Bastîlle mîtîngek hate lidarxistin.

Di daxuyaniya li ser navê Platforma Xwedîderketina li Efrîn a Parîsê de hate kirin ev tişt hate gotin: “Em ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê her roj li qadan bin û berxwedanê xurt bikin. Heta ku dewleta Tirk a dagirker û faşîst ji Efrînê bicehenime, em ê bi berdewamî faşîzma Tirk tehşîr bikin.”

Çalakî bi dirûşma “Her der Efrîn e, her der berxwedan e” bi dawî bû.