Madeyên alîkariyê li gelê Efrînê hat belavkirin

Komîteya Alîkariyê ya Berxwedan a Kantona Şehbayê madeyên alîkariyê li gelê Efrînê belav kir. 

Madeyên alîkariyê li gelê Efrînê hat belavkirin
31 adar, 2018   16:05

ŞEHBA – Gelê Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk neçar man ku warê xwe terk bikin û berê xwe bidin Kantona Şehbayê li kampa Berxwedan bi cih bûne û di rewşeke zehmet de dijîn. 

Ji ber vê yekê Komîteya Alîkariyê madeyên  û pêwîstiyên jiyanî  yên ku ji aliyê gelê herêma Cizîrê û Heyva Sor a Kurdistanî ve hatine pêşkêşkirin, li wan belav kir. 

(mm)

ANHA