Moşeka Balîstî ya ber bi Erebestan Siûdî ve hate avêtin hate têkbirin

Hêzên Parastina Esmanî ya Siûdî moşeka Balîstî Ensar Ellah El-Hûsî ku avêtibûn bajarê Necran, beriya ku bihghêje armanca xwe têk birin.   

Moşeka Balîstî ya ber bi Erebestan Siûdî ve hate avêtin hate têkbirin
31 adar, 2018   10:56

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî kanala El-Erebiya, Hêzên Parastina Esmanî ya Erebestana Siûdî di saet 10:20`an de moşeka Balîstî ku Ensar Ellah El-Hûsî avêtibûn bajarê Necran ê Siûdî, beriya ku bighêje armanca xwe, têk birin. Di heman demê de, hate gotin ku balafirên Kooalîsiyonê jî cihê ku moşek lêdihatin avêtin, rûxandin.

Konseya Ewlekariyê beriya demekê êrîşên koma Ensar Ellah El-Hûsî li ser Siûdiyê şermezar kiribû û bang li hemû aliyan kir ku biryara rawestandina şandina çekan ji bo Yemenê pêk bîne.

Di encama şerê ku li Yemenê didome de, bi hezaran hatin kuştin û bi deh hezran jî ji cih û warê xwe koçber bûn.

(bx)