Şêniyên Reqayê ji bo gelê Efrînê alîkariyan kom dikin

Şêniyên gundewarên bakurê Reqayê madeyên alîkariyê kom dikin da ji gelê Efrînê yê ku ji cih û warê xwe koç kiriye re bişînin.

Şêniyên Reqayê ji bo gelê Efrînê alîkariyan kom dikin
30 adar, 2018   15:47

REQA – Gelê Kantona Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk neçar man ku warên xwe terk bikin û li herêmên bi ewle bi cih bibin. Ji bo destekdayîna gelê koçber, şêniyên gundewarên bakurê Reqayê madeyên alîkariyê wekî ʺxwarin, betanî, isfinc û pêwîstiyên jiyanîʺ kom dikin.   Dê alîkarî sibe ji gelê Efrînê yê li Kantona Şehbayê bi cih bûye re were rêkirin.

Derbarê mijarê de, jina bi navê Zehra Xelef axivî û da zanîn ku alîkariyan kom dikin da ji gelê Efrînê re rêkin. Zehra wiha got, ʺÇawa ku gelê Efrînê di dema dagirkeriya DAIŞʹê de bi me re bûn alîkar, îro em li dijî dagirkeriya Tirk piştgiriya gelê xwe yê Efrînê dikin. Em her li pişta gelê xwe bin, heta axa wan tê rizgarkirin.ʺ

(mm)

ANHA