Hejmara kesên ku di Meşa Mezin a Vegerê de mirin gihîşte 3 kesan

Meşa Vegerê ya Mezin didome û hejmara sivîlên hatin qetilkirin 3 kesan û birîndar jî 54 kes.

Hejmara kesên ku di Meşa Mezin a Vegerê de mirin gihîşte 3 kesan
30 adar, 2018   12:45

XEZA-  Di saetên sibehê de bi hezaran ji gelê Filistîne berê xwe dan sînorê di navbera Xeza û herêmên di bin serweriya Israîlê de. Hêzên Israîlê jî hejmara xwe ya li ser sînor zêde kirin û sekvanên xwe li beramberî konên Meşa Vegerê ya Mezin bi cih kirine.

Nûçegihanê me ji Xezayê agahî da ku di encama gulebarankirina hêzên Israîlê de welatiyê bi navê Mihemed Necar (25) û ciwanê bi navê Emîn Meimer jiyana xwe ji destdan. Bi gihşt hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihîşte 3 kesan.

Ji bo birîndaran jî agahî da ku hejmara wan 54 kes li ser 5 konên Meşa Vegerê ya Mezin ku hatine vedan, hatine belavkirin. Li gorî agahiyên hatine girtin birîna 7 kesan girane, birîna hinekan ji birîndaran navîne û hinek birîndaran jî sivike.

(np)

ANHA