Artêşa Tirk gihîşt herêmên Berava Sûriyê

Hêzên leşkerî yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gihîştin herêma Gotşî ya li hember korîdora Xirbet El-Coz "Cisir El-Şixûr" da ku noqteyên şopandinê li ser Berava Sûriyê ava bikin.

Artêşa Tirk gihîşt herêmên Berava Sûriyê
Artêşa Tirk gihîşt herêmên Berava Sûriyê
30 adar, 2018   11:13

NAVENDA NÛÇEYAN – Hikûmet Tirkiyê beriya niha raghandibû ku wê nuqteyên şopandinê li Bakurê Sûriyê bibin 12. Heta niha 7 noqteyên şopandinê ji destpêka bakurê Îdlibê û gundên Heleb ên rojava û başûr û gudewarên Îdlibê yên baûşûr, hene.

Her wiha çalakvanan wêneyên artêşa Tirk îro tevî  çekên giran li herêmê kişandin.

Lê heta niha tu agahiyên fermî ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve derbarî derbasbûna wan nehatiye dayîn. Lê girêdayî mijarê kesên ku dişopînin dibêjin ku armanca artêşa Tirk ku li ser beravê ji xwe re navendan ava bike ji bo ku rê li pêşiya dagirkeriya wan herêman vebike.

(bx)