Bi fedakarî destpê dike û fedayî şehîd dibe

Ji bo parastina hevrê û xaka xwe xew bi çavên wî nediket. Bi tevlîbûna şoreşê re dibe xwedî îrade û li gelek eniyan li hemberî çeteyên Cebhet El-Nusra şer dike.

Bi fedakarî destpê dike û fedayî şehîd dibe
Bi fedakarî destpê dike û fedayî şehîd dibe
Bi fedakarî destpê dike û fedayî şehîd dibe
Bi fedakarî destpê dike û fedayî şehîd dibe
Bi fedakarî destpê dike û fedayî şehîd dibe
Bi fedakarî destpê dike û fedayî şehîd dibe
Bi fedakarî destpê dike û fedayî şehîd dibe
Bi fedakarî destpê dike û fedayî şehîd dibe
Bi fedakarî destpê dike û fedayî şehîd dibe
30 adar, 2018   05:50

ŞÎNDA EKREM

QAMIŞLO- Şoreşa Rojava gelek leheng afirandin, destena lehengiyê rêveçûna dîrokê guherand, bi têkoşîna xwe wate ji nûve dan şehadetê û ji gel re bûn pêşeng.

Rêber Salih ê bi kodê Dektor tê naskirin, sala 1993`an li gundê Bana Şikeftê yê girêdayî herêma Dêrikê ji dayîk dibe.

Bi kedê re mezin bûye

Malbata Dektor welatparêzin û bi sewaldarî û çandiniyê re mezin bûne. Tevî Rêber 9 zarokên malbatê hene û ji aliyê madî ve tengaviyê dijîn.

Dektor ji bo bi malbata xwe re bibe alîkar, dev ji xwendina xwe berdide. Bi çandiniyê re mijûldibe û li herêma Serekaniyê jî li gel kalikê xwe şivantiyê dike.

Malbat neçarî koçberiyê dibe

Êdî çandinî û xwedîkirina sewalan têra malbatê nake û malbat neçar dimîne berê xwe bide paytexta Sûriyê Şamê. Dektor li Şamê jî dixebitê. Li kêleka birayên xwe hemaltî û di avahiyan de dixebitê.

Sala 2011`an piştî ku rewşa Sûriyê tê guhertin û li Şamê şer destpê dike, malbat vedigere Rojava. Di wî wextî de li Rojava amadekariya şoreşê dihat kirin û ji bo parastina gelê Rojava hêdî-hêdî amadekariya artêşeke leşkerî dihat kirin.

Dektor bi şoreşê re tevlî YPG`ê dibe

Rêber bi şoreşa Rojava bandor dibe û tevlî YPG`ê dibe. Navê gerilayê ARGK`ê Dektor Kendal radike. Ew jî weke yek ji şervanên YPG`ê bi hevriyên xwe re herêma Cizîrê ji rejîma Baasê ya Sûriyeyê rizgar dikin. Piştre Dektor parastina sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê dike.

Li Akademiya Şehîd Xebat perwerde dibîne

Dektor jî yek ji şervanên Şehîd Xebat Dêrike. Piştî ku Akademî li ser navê Şehîd Xebat vedibe ew jî tevlî dewreyeke perwerde ya Şehîd Xebat dibe. Dektor şervanekî zindî ye û bi ruhê xwe yê zindî tê naskirin. Piştî ku perwerdeya xwe bi dawî dike, ew jî li hemberî çeteyên Cebhet El-Nusra bi doşka xwe şer dike.

Birîndar Salih birayê mezin yê Dektor e. Bîranînên Dektor hîna di bîra wî de ne. Birîndar anî ziman ku birayê wî mirovekî kedkar bû bi hêza xwe jiyan dikir.

Xwişka wî Zozan jî got Dektor di nava hemû zarokên malbatê de dihat hezkirin, dilpak bû û bi her kesî re dibû alîkar.

Xwişka wî Hesna Salih jî rojên xwe li Şamê qedandine bi bîranî û got:˝ Dektor ji sibehê heyanî êvarî dixebitî, me dizanî bû ku gelekî diwestê. Piştî ji kar dizîvirî em li Şamê digerandin û şûnwarên Şamê bi me dida naskirin. ˝

Di nava YPG`ê de dighîjin hevdû

Merwan Koçer û Dektor hevriyên hevdû yên nêzin. Hem di jiyana xwe ya sivîltiyê hem di nava YPG`ê bi hevre dimînin. Dektor dema ku li bajarê Serekaniyê li gel kalikê xwe şivantiyê dike, Merwan dinase û dibin hevalên hevdû. Çend salan ji hevdû qut dibin û bi şoreşa Rojava re dîsa dighîjin hevdû.

`Me ji hevaltiya wî moral digirt`

Aras Koçer jî kesayeta Dektor wiha pênase kir:˝ Dektor şervanê nû hate gel me. Roja yekê hat gel me di navbera saetan de mîna ku hevalan bi salan dinase bi wan re germ bû û tevlî jiyana wan bû. Bi şev hat gel min û xwest ji ber quxika xwe li mutfexê xew bike. Nedixwet hevalên xwe aciz bike. Ez ji vî nêzîkatiya wî gelekî bandor bûm˝.

Rojên hemleya rizgarkirina Girzîro

Dektor bi 7 hevalên xwe re tevlî hemleya rizgarkirina Girzîro dibe. Hevalê wî Aras Koçer ê ew roj bi hev re jiyankirine anî ziman ku ew mehekê bi hev re li benda wê hemleya rizgarkirina Girzîro ji rejîma Baasê ya Sûriyeyê bûn. Aras anî ziman ku di eniyên şer de hevalên Dektor hêz jê digirtin û çavkaniya moralê wan bû.

Piştî rizgarkirina Girzîro, Çilaxa û herêma Koçeratan ji rejîma Baas a Sûriyeyê, Dektor li ser çeka doşka perwerdeyê dibîne.

Dektor berê xwe dide Serekaniyê

Çeteyên Cebhet El-Nusra êrîşî herêma Serekaniyê dikin. Dektor bi gurûpeke hevalên xwe re derbasî herêma Serekaniyê dibe. Li herêma Sebîha li hemberî çeteyên Cebhet El-Nusra şer dikin.

Piştî Serekaniyê… Dêrik

Dektor mehekê di şerê Serekaniyê de ciyê xwe digre. Piştî rizgarkirina Serekaniyê derbasî herêma Dêrikê dibe.

Çeteyên Cebhet El-Nusra êrîşî istasyona Siwêdiya Ereb a girêdayî herêma Dêrikê dikin. Dektor tevî doşka xwe berê xwe dide wê herêma ku şer lê heye. Fermandarên YPG`ê yên ku şer birêvedibin ferman didin ku şervan berî dûnya ronî bibe xwe ji wê herêmê bikşînin.

Dektor xwe ji eniyê nakşîne, heyanî sibehê şer dike û roja 19`ê Tîrmehê 2013`an şehîd dibe.

Têkoşer Dektor 19`ê Tîrmeha 2012`an herêmên Cizîrê ji rejîma Baas a Sûriyeyê rizgar dike û 19`ê Tîrmeha 2013`an şehîd dibe.

(np)

ANHA