Gelê Dirbêsiyê û Serêkaniyê şehîd Egîd bi bîr anî

Li Serêkaniyê û Dirbêsiyê Fermandar Egîd "Masûm Korkmaz" û şehîdn " Hefteya Lehengiyê' " hatin bi bîranîn.

Gelê Dirbêsiyê û Serêkaniyê şehîd Egîd bi bîr anî
Gelê Dirbêsiyê û Serêkaniyê şehîd Egîd bi bîr anî
Gelê Dirbêsiyê û Serêkaniyê şehîd Egîd bi bîr anî
28 adar, 2018   14:57

HESEKÊ – Bi wesîleya " Hefteya Lehengiyê" li navçeyên Dirbêsiyê û Serêkaniyê yên Kantona Hesekê merasîm hatin lidarxisitn.

DIRBÊSIYÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê li avahiyê meclîsê, merasîmek li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê û endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan tê de amade bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji Fermandarên YPG‘ê Agirî Şînda rola şehîdan di rizgarkirina xala welat de destnîşan kir û soza şopandina xeta şehîdan dûbare kir.

Agirî, êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser xaka Efrînê şermezar kir û got, "Dewleta Tirk wê nikaribe vîna gelê têk bibe, Efrîn a Efrîniyan e."

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endamê meclîsê Ebdulbaqî Elî di kesayeta têkoşer Mezlûm Dogan û Masûm Qorqemaz hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û soza mezinkirina têkoşînê da.

Merasîm di dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

SERÊKANIYÊ

Li Navanda Çand û Hûnerê ya Waşûkanî TEV-DEMʹê  salvegera 32ʹemîn a şehadeta şehîd Egîd bi sevizonekê bi bîr anî. Ji bo beşdariya sînevizyonê bi dehan welatiyê Serêkaniyê û bajarokê Zirganê amade bûn.

Bîranîn bi daqeyek rêzgirtin dest pêkir. Piştira li ser  kurte jiyana şehîd Egîd sînevizyonk heta temaşekirin.

Di berdewama merasîma bîranînê de li ser navê Partiya Yekîtiya Demokartî (PYD)  Bekir Îsa  axivî û wiha got:'' Em hemû şehîdên berxwedana meha Adarê Bi bîr tînin. Di serî de em Qehremanê rizgarkirina gelê Kurdistanê şehîd Egîd bi bîr tînin. Di vê meha qehrematiyê de her kes dizane ku lehengiya herî mezin di dîroka şoreşa azadiyê de hate  kirin.

Bekir wiha axavtina xwe bi dawî kir, ʺHer şehîdekî muhra xwe li dîrokê danî û avakirinek li pêş xist, çawa di salvegera Heqî Qerar de Rêber Apo gihişt avakirina biryardayîna pêşxistina kongra yekemîn a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK),di salvegera şehadeta rêheval Egîd de, Rêber Apo artêşbûyîn li pêşxist.ʺ

(ekîb)

ANHA