Sersaxî ji malbata şehîd Xalid Tirbespiyê re hate xwestin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê sersaxî ji malbata şervanê YPG‘ê Xalid Tirbespiyê re xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Xalid Tirbespiyê re hate xwestin
28 adar, 2018   14:33

QAMIŞLO – Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê sersaxî ji malbata şervanê YPG‘ê Dara Mihemd (Xalid Tirbespiyê) yê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûbû re, xwestin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê yek ji fermandarên YPGʹê Dilbirîn Ferho, bi navê Kongreya Star Xaliya Eyûb, bi navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Fesîh Hisên û bi navê Partiya Yekîtiya Demokraîtk (PYD) Fatma Remo axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Xalid  re hate xwestin. Her wiha axaftivanan Fermandarê Tevgera Rizgariya Kurdistanê şehîd Egîd (Masûm Korkmaz) bi bîr anîn.

Di berdewama axaftinan de hate zanîn ku 32 sal di ser şehadeta Fermandar Egîd re derbas bû û soza şopandina riya şehîd Xalid û hemû şehîdên azadiyê hat dayîn.

Axêveran her wiha anîn ziman ku şervanên YPJ/YPGʹê li hember êrîşên dagirkerên ku dixwazin destkeftiyên gelê Bakurê Sûriyê û şoreşa Rojava têk bibin, gelek serkeftin pêk anîn û gotin ku dagirker bi armanca ji nûve vejîn kirina terorê êrîşî Efrînê dikin.

Di merasîmê de zarokek ji malbata şehîd Xalid ku nû jidayîk bûye, navê şehîd Xalid lê hat kirin.

Di dawiyê de nasnameya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Merasîma sersaxiyê bi tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bx)

ANHA