‘HSM‘ê bi armanca pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê hat avakirin‘

Endamê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Yûsif El-Xelewî anî ziman ku pêdiviya Sûriyeyê bi avakirina Partiyeke Siyasî heye.

‘HSM‘ê bi armanca pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê hat avakirin‘
28 adar, 2018   14:17

TIRKÎ El-KALIT

REQA- Endamê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Yûsif El-Xelewî di hevdîtina li gel ajansa me axivî û got:˝ Pêdiviya Sûriyê heye ku di aliyê siyasî de bighîjin yek nêrînê˝.

El-Xelewî di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li ser bingehê biratiya gelan hatiye avakirin, pir rengî ye, ne navendî ye û hemû pêkhateyan digre hundirê xwe.

Her wiha El-Xelewî anî ziman ku Partiya Sûriyê ya Pêşerojê xwe ji zîhniyeta nejatperestiyê diparêze.

El-Xelewî di dawiya gotinên xwe de bang li hemû gelê Sûriyeyê kir ku tevlî Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bibin.

(np)

ANHA