Jin di bin navê namûsê de hat qetilkirin

Tûndiya mêr a li ser jinê di bin navê namûsê de didome û Jina bi navê B.C. ji aliyê birayê xwe ve tê kuştin. 

Jin di bin navê namûsê de hat qetilkirin
28 adar, 2018   12:20

QAMIŞLO-  Tûndiya mêr a li ser jinê di bin navê namûsê de didome û Jina bi navê B.C. ji aliyê birayê xwe ve tê kuştin. 

Li taxa Qidûrbekê ya bajarê Qamişlo jina bi navê B.C. di bin navê namûsê de ji aliyê birayê xwe ve tê gulebaran kirin. Hêzên Asayîşê destwerdana buyerê kirin û niha bira û bavê B.C. ji aliyê asayîşê ve têne lêpirsîn kirin.

(bm-es)

ANHA