‘Bi giyanê şehîdan em dagirkeriyê têk bibin‘

Bernameya 5. Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê didome. Di konferansê de hate gotin ku "Bi giyanê şehîdan em ê hêzên dagirker û çeteyan li ser axa xwe, têk bibin."

‘Bi giyanê şehîdan em dagirkeriyê têk bibin‘
‘Bi giyanê şehîdan em dagirkeriyê têk bibin‘
‘Bi giyanê şehîdan em dagirkeriyê têk bibin‘
‘Bi giyanê şehîdan em dagirkeriyê têk bibin‘
‘Bi giyanê şehîdan em dagirkeriyê têk bibin‘
26 adar, 2018   13:54

 KOBANÊ – 5‘emîn Konferansa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê bi nirxandina xebatên meclîsê didome.

Di Konferansê de, piştî axaftina Îlham Ehmed, ji fermandarên QSD‘ê Rêzan Efrîn, Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid, endama Kongreya Star Semîra Ehmed, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Mihemed El-Xetîb axivîn.

Kesên axivîn diyar kirin ku "Mîraseyê ku şehîdan ji bo jiyaneke bi rûmet li pey xwe hiştine, bi gotinan nayê wesif kirin. Bi giyanê şehîdan em ê hêzên dagirker û komên çete di xaka xwe de têk bibin."

Di axaftinan de bal hate kişandin ser êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Efrînê û ev tişt hatin gotin, "Dewleta osmaniyan bi dijminahiya xwe ya ji bo kurdan tê naskirin. Dewleta Osman bi navê Islamê gelê Kurd qir dikir û kurd dikuştin û mal û milkên wan wêran û talan dikir. Kiryarên wan ji rastiya islamê dûr in."

Axaftivanan soza şopandina xeta şehîdan dûbare kirin.

Her wiha, peyamên pîrozbahiyên yên Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Rustem Cûdî ya Mexmûr, Saziya Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê, komîteyên meclîsên malbatên şehîdan ên Minbic, Tebaq, Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hatin xwendin.

Paşê jî, rapora xebatên du salan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê hatin xwendin.

Konferans bi nirxandina xebatên meclîsê didome.

(bb)

ANHA