Hesekê şehîdek oxir kir û şehîdê berxwedana Serdemê bi bîr anî

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPG‘ê Mihemed El-Siûd (Emar) ê li navçeya Şedadê şehîd bûye li Şehîdgeha Dijwar oxir kirin. Her wiha şervanê YPG‘ê Hesen Nebîko (Hesen Bêrîtan) yê di Berxwedana Serdemê de şehîd bibû, bi bîr anîn.

Hesekê şehîdek oxir kir û şehîdê berxwedana Serdemê bi bîr anî
Hesekê şehîdek oxir kir û şehîdê berxwedana Serdemê bi bîr anî
Hesekê şehîdek oxir kir û şehîdê berxwedana Serdemê bi bîr anî
Hesekê şehîdek oxir kir û şehîdê berxwedana Serdemê bi bîr anî
Hesekê şehîdek oxir kir û şehîdê berxwedana Serdemê bi bîr anî
Hesekê şehîdek oxir kir û şehîdê berxwedana Serdemê bi bîr anî
26 adar, 2018   13:37

HESEKÊ - Girseya gel, cenazeyê Mihemed El-Siûd ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekî  ber bi Şehîdgeha Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li şehîdgehê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesna Xelef axivî û got, "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û bejna xwe li hemberî lehengiya şehîdan ditewînin. Şehîd pêşengên me yên manewî ne. Em soz didin ku em ê xeta wan a têkoşînê dewam bikin.ʺ

Ji fermandarên YPG‘ê Welat Hesekê, axivî û diyar kir ku ew wekî YPG, YPJ û QSD‘ê xeta şehîdan berdewam bikin û li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bisekinin.

Di berdewama merasîmê de, Endamê Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM‘ê Ebdulfetah Fatimê jî anî ziman ku Tirkiyê bi hemû rêbazan hewl dide îradeya gelên Bakurê Sûriyê têk bibe.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Girseya gel  cenazeyê Mihemed El-Siûd di nava dirûşmeyan û tililiyên dayikan spartin axê.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku cenazeyê Hesn Nebîko li Efrînê hatibû veşartin.

(bb)

ANHA