Malbata ereb: Wê Efrînê rizgar bibe û em ê vegerin

Malbatek ereb a Efrînê wekî hezarên malbatan ji ber êrîşa Arêtşa Tirk û çeteyên wê mala xwe terik kirin û koçber bûn. Endamên malbatê dibêjin ku wan kiryarên li dijî mirovahiyê yên Artêşa Tirk û çeteyên wê dîtin û dane zanîn ku ew di wê baweriyê de ne ku wê Efrîn rizgar bibe û wê vegerin warê xwe.

Malbata ereb: Wê Efrînê rizgar bibe û em ê vegerin
Malbata ereb: Wê Efrînê rizgar bibe û em ê vegerin
26 adar, 2018   08:04

 ARŞÎN NECAR- CEFER CEFO

ŞEHBA- Ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê bi sedhezaran welatiyên Efrînê yên ji hemû pêkhateyan neçar man û koçber bûn. Welatî li gundên Şêrawa û kantona Şehbayê bi cih bûn.

Malbata jina ereb a bi navê Sîham Talih a ji gundê Astra ya girêdayî Efrînê jî di nava sedehazaran koçberiyê Efrînê de ne.  Sîham derbarê rewşa xwe û sedema koçberiyê ji ajansa me re axivî û wiha got: "Em ji ber bombebaran û topbarana li ser herêmên me, koçber bûn. Destpêkê me berê xwe da gundê Meryemîn a navçeya Şera, ji wir jî me bi peya berê xwe da gundên navçeya Şêrawa, li vir jî bombe û topên wan dihatin me, lewma em heta kantona  Şehbayê meşiyan û gihan cihê bi ewle."

 Sîham, her wiha destnîşan kir ku bombebaran û topbarana Arêtşa Tirk ew neçar kirin ku dest ji gundên xwe berdin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em neçar bûn ku em gundên xwe berdin. Me hemû tişt li pey xwe hişt, li ser rê Artêşa Tirk kerwanê werlaityên koçber jî topbaran kir, di encamê de sê zarokan jiyana xwe ji dest da."

Sîham û malbata xwe niha bi sê malbatên din re jiyan dikin, hejmara wan û koçberên din ên bi hev re di dikanên vala de jiyan dikin, gihiştiye 40 kesî. Sîham derbarê koçberiya xwe de jî ev tişt anî ziman: "Me temenek dirêj li gundê xwe derbas kir, heta me karîbû xaniyê xwe ava bikin û zeviyên xwe biçîn in. Banga min ji civaka navdewletî û saziyên mavê mirovan re ew ku zextê li dewleta Tirk bikin ku dawî li êrîşên xwe yên li ser Efrînê bîne û ji herêmê derkeve."

Jina ereb a bi navê Sîham di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "Efrîn cihê bi ewle ku bi hezaran welatiyên Sûriyê berê xwe dabûnê, lê çavên wan bar nebû cihekî  bi ewle di Sûriyê de bimîne. Lê bela baş zanibin ku em  ê Artêşa Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derbixin û em ê vegerin warê xwe."

(dc)

ANHA