Ciwanên Dêrazorê: Em bi  gelê Efrînê re ne

Ciwanên Dêrazorê çalakiyên şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê bidawî kirin.

Ciwanên Dêrazorê: Em bi  gelê Efrînê re ne
21 adar, 2018   13:27

DÊRAZOR – Çalakî bi rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navê Meclîsa Ciwanên Dêrazorê ji aliyê Ziyad El-Hemed daxuyanî hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em weke ciwanên Dêrazorê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê şermezar dikin. Em tekez dikin ku tu carî êrîşên we îradeya me neşkîne.

Em bang li hemû dewlet û raya girştî dikin ku li hember êrîş û komkujiyên Erdoganê faşîst li ser gelê Sûriyê helwestên xwe nîşan bidin. Erdogan zarok û sivîlan dikûje. Em tu carî paşde gav navêjin û tu carî îradeya me naşikê. Em weke gel û ciwanên Dêrazorê heta dawiyê bi gelê Efrînê re ne."

Di dawiyê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê hatin birêzkirin.

(bx)

ANHA