Aldar Xelîl: Dewleta Tirk meclîsa xayînan ji bo Efrînê ava dike

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk îdîa dike ku ji bo avakirina meclîsekê ji bo rêveberiya Efrînê kar dike û wiha dom kir: "Îdaya dikin ku hemû endamên wê ji Efrînê ne. Lê ya rast berûvajî vê rastiyê ye. Hewl didin ku di riya vê meclîsa xayîn demografiya herêma Efrînê bidin guhertin. Divê gelê me yê Efrînê helwesta xwe ya beranberî vê yekê nîşan bidin û vê meclîsa ku tenê dagirkeran temsîl dike, qebûl nekin."

Aldar Xelîl: Dewleta Tirk meclîsa xayînan ji bo Efrînê ava dike
21 adar, 2018   06:04

QAMIŞLO- Daxuyaniya Aldar Xelîl piştî ku dewleta Tirk îda kir ku wan meclîsek li Dîlokê ji bo rêvebeirya Efrînê ava kirin pêk hat. Aldar Xelîl di destpêka axaftina xwe de Newroz li hemû gelê kurd û gelên Bakurê Sûriyê pîroz kir û wiha got: "Em cejna Newrozê li hemû gelê kurd û tevahî gelêN Bakurê Sûriyê pîroz dikin.  Newroza îsal hate di demeke ku gelê me qonaxeke û bi tayet li Efîrnê rewşeke koçberî, kuştin û wêraniyê jiyan dikin, hatiye. Ev qonaxa bi êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê hîn jî didome. Lê em di wê baweriyê de ne ku wê bi rihê Newrozê Efrîn li dijî dagirkeriya Erdogan û çeteyên wî yên diz serbikeve."

Xelîl, di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê di encama itîfaqa di navbera hejmarek dewletên ku dijberiya pirojeya Fedraliya Demokratîk dikin pêk hatiye û wiha dom kir: "Di encama êrîşa li ser Efrînê de bi sedan zarokên bê guneh û sivîlên Efrînê şehîd bûn. Lê rastiyek heye ku tu kes nikare veşêre, gelê Efrînê li dijî hêzeke dagirker a mezin liber xwe da, ew hêza duyemîn a NATO ye.2 mehan li dijî wan berxwedanek bê hema p hate nîşan dan, berxwedana li dijî wan hîn jî didome. Vê berxwedanê peyamek da hemû cîhanê ki ku gelê kurd û hemû gelê Bakurê Sûriyê azadiya xwe dixwazin û wê tu alî nikaribe qedera wan diyar bike."

Xelîl, di dirêjiya axaftina xwe de bibîr xist ku ji bo rizgarkirina gelê Efrînê ji bombebarana bê ser û ber ji YPG, YPJ û QSD'ê hate xwestin ku gelê sivîl ji nava bajar derbixin û wiha pêş de çû: "Tevî vê yekê nayê wateya ku berxwedan rawestiyaye, berûvajî vê yekê ev gav ji bo pêşxistina li dijî dagirkeran û çeteyên wan pêk hatiye."

Xelîl, destnîşan kir ku kiryarên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan ji rakirina ala Tirkiyê li Efrînê, talankirina mal û milkên sivîlan dagirkeriya xaka Efrînê nîşan dide û wiha domand: "Kiyarên wan hovîtiya wan nîşan didin, ew çete ji kuştin, talnkirin û wêrankariyê ne. Dema peykerê Kawayê Hesnikar şikandin, Kawa sembola azadî û berxwedanê ye. Ev dijbertiya wan ji gelê me re nîşan dide. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî dagirkeran derkevin û em ê teslîmkariyê tu carî qebûl nekin."

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl di nava axaftinên xwe de jî bal kişand ser kiryarên çeteyan û ne rêzgirtina wan ji ala kurdî, sembolên wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevî ku hin çeteyên kurd jî di nava çeteyan de hebûn, lê wan tu rêz ji sembol û alên kurdî re nîşan nedan.ev diyar dike ku ew ji kurdîtiyê dûr in. Dewleta Tirk û çeteyên wê ku niha wan bikar tîne, jî wê tu rêzdariyê ji wan re nîşan nede. Tenê wan wekî kole ji bo siyasetên xwe bikar tîn in."

Li se daxuyaniyên dewleta Tirk û îdayên wan ên derbarê avakirina meclîseke sivîl li Dîlokê ji bo rêveberiya Efîrnê Xelîl ev tişt anî ziman: "Ev metirsînekê li ser Efrînê çêdike, ji ber ku dewleta Tirk wan kesên kole û hin partiyên ku ji welatparêziyê û berpirsyariya derbarê gel de hatine şûştin bikar tîne, da ku siyasetên xwe yên dagirkeriyê bide meşandin û dîmografiya herêmê bide guhertin. Em ji dewleta Tirk a dagirker û wan kesan re dibêjin ku Efrîn ya şêniyên xwe ye, aka wê bi xwîna zarokên xwe ava dane. Efrîn a xelkên ku nûnerên xwe hilbijartine re ye. Ew nûnertiya Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê dikin, ne tu aliyê din. Em ê heta dawiyê jî wan wekî nûnerên resen ên gelê Efrînê bibînin. Kesên ku dagirker wan dîne ew jî tenê nûnertiya dagirkeran û çeteyên wan dikin."

Aldar Xelîl, her wiha ji gelê Efrînê jî xwest ku beranberî van siyasetên dewleta Tirk helwesta xwe nîşan bidin û bi baldarî nêzî siyasetên wan kesan bibin û wiha dom kir: "Divê gelê me ji wan kesan û siyasetên wan hişyar bin. Divê gelê me ji wanên dibêjin ew meclîsekê ava dikin re bêjin ew xayîn in, nûnertiya gelê me û hêviya wan nakin."

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "Em careke din Newroza îsal li gelê xwe yên Berxwedêr gelê Efrînê pîroz dikin, gelê me ku hîn jî li ber xwe didin û em soz didin ku em ê bi piştigriya berxwedana gelê me yê Efrînê serbikevin û em tola şehîdên xwe rabikin. Em tekez dibêjin ku wê xak ji xwediyên wê yên bi xwîna xwe av dane re bimîne. Dagirker û çete çiqasî dirêj kirin jî dawiya wan têkçûn û tunebûne."

(dc)

ANHA