Newroza 2018ʹan li gelên azadîxwaz hat pîrozkirin

Newroza 2018ʹan li gelên azadîxwaz hat pîrozkirin
20 adar, 2018   20:04

NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Lîberal, Partiya Yekîtiya Suryanî û Partiya Komînîst cejna Newrozê li gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz pîroz kirin û dane zanîn ku dê Newroza îsal bi ruhê berxwedana Efrînê were pîrozkirin. 

Yekîtiya Lîberal, Partiya Yekîtiya Suryanî û Partiya Komînîst ji bo cejna Newrozê daxuyanî dan.

Partiya Yekîtiya Suryanî  

ʺEm cejna Newrozê gelê Kurd û tevahî gelên Sûriyê pîroz dikin. Bi vê boneyê em berxwedana Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk silav dikin. Gelê Efrînê ji bo parastina axa welatê xwe bi hezaran şehîd dan. Dê ev bexwedan bi ruhê Newrozê bi ser bikeve.ʺ  

Yekîtiya Lîberal a Kurdistanî

ʺEm cejna tevahî gelê Arî, şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê û şervanên YPG/YPJʹê pîroz dikin. Îro li Efrînê neviyên Kawayê Hesinkar li hember dagirkeriya Erdogan li ber xwe didin. Dijmin nikare vîna gelê me bişikîne û agirê Newrozê vemirîne. Dijmin dê bi vî agirî bişewite.  

Em êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê û bêdengiya navneteweyî şermezar dikin. Divê civaka navnetewyî û rêxistinn mafên mirovan bi lezgînî êrîşên li ser Efrînê rawestînin, da gel vegere malên xwe.ʺ   

Partiya Komunîst (KKP)

ʺEm ê bi agirê Newroza Efrînê, Şengalê, Mihabadê, Amedê û Kerkûkê li hember dagirkeran li ber xwe bidin.  

Divê em bi yek destî têkoşîna li hember komployên dijmin bidin meşandin. Berxwedana Efrînê, berxwedaneke şoreşgerî ye. em bang li tevahî gelan dikin ku piştgiriyê bidin gelê Efrînê. Em tu carî radestî nabin, wê Efrîn bibe goristana faşîzma Erdogan.ʺ

(mm)

ANHA