Gelê Til Koçerê bi gelê xwe yê Efrînê re dibin alîkar 

Gelê Til Koçerê bi gelê xwe yê Efrînê re dibin alîkar 
20 adar, 2018   14:46

TIL KOÇER – Tevgera Civaka Demokrtîk (TEV-DEM) û Yekîtiya Ciwanên Demokrtîk ên Navçeya Til Koçer ji bo gelê Efîrnê dest bi kampanya komkirina alîkariyan kir.

Bi dehan şêniyên Navçeya Til Koçer, bi armanca komkirina alîkariyan ji bo gele Efrînê, berê xwe dan qada El-Temwîn û her kesî li gorî derfetên xwe alîkarî dan.

Bi heman armancê jî Şaredariya Gel li gundên Til Meşhen, Qelet El-Hadî, Elî Axa û El-Erca yên girêdayî Navçeya Til Koçer, konê komkirina alîkariyan veda.

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Zahid Mihemed ku xebatên komkirina alîkariyan dide meşandin wiha got, "Gelê Efrînê gelê me ye. Em erka xwe li hember wan pêk tînin."

(bx)

ANHA