Avakirina hola kongreyan ber bi dawiyê ve diçe

Avakirina hola kongreyan ber bi dawiyê ve diçe
19 adar 2018   09:52

QAMIŞLO – Rêxistina Cîhana Nû ya Holendî raghandin ku wê avakirina hola kongreyan a ku di sala 2016`an de li Dêrikê hate destpêkirin, di vê mehê de bi dawî bibe.

Bi serpireştiya Desteya Derve ya Kantona Cizîrê û Rêxistina Cîhana Nû ya Holendî, di sala 2016`an de yekemîn car li Rojava Kurdistanê Kongreya Lûtkeya Cîhana Nû bi dirûşmeyaʺDemokratî bê dewletʺhate lidarxistin. Gelek akademisyan, siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîrên ji Emerîkiya, Holenda, Isketlenda, Belçîka û nûnerên ji Emezaxî tevî kongreyê bûn.

Di kongreyê de, biryar hate girtin ku Rêxistina Cîhana Nû ya Holendî bi hevkariya Şaredariya Gel a Dêrikê û Desteya Derve ya Kantona Cizîrê, hola kongreya li Dêrikê ava bikin.

Hola kongreyan ku bi navêʺPerlemana Gelêrîʺhate navkirin li taxa şehîd Cûdî ya Dêrikê tê avakirin. Hol bi sembolên gelên Bakurê Sûriyê tê xemlandin. Li pêşiya holê, parkeke mezin heye.

Têkildarî mijarê, Endizyarê Holendî Yûnis Yûnis da zanîn ku wê avakirina hola kongreyan di vê mehê de bi dawî bibe. Yûnis anî ziman ku wê merasîma vekirinê bi amadebûna şandeyekê ji Rêxistina Cîhana Nû ya Holendî werê lidarxistin.

Rêxistina Cîhana Nû rêxistineke Holendî ye û bi karbarên gelên ku mafê xwe hatine mehrûmkirin mijûl dibe û destekê dide wan.

(kc)

ANHA