QSD`ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî eşkere kir

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî li Efrînê eşkere kir.

QSD`ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî eşkere kir
6 adar 2018   13:43

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî li Efrînê eşkere kir.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

“Tevî ku Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî biryara 2401 ya agirbesta li Sûriyeyê pesend kir, lê dîsa jî artêşa Tirk hovîtiya xwe li dijî herêma Efrînê berdewam dike û biryarên navnetewî binpê dike. Artêşa Tirk a dagirker hemû teknolojiya xwe ya leşkerî bi armanca qirkirina gelê Efrînê bikar tîne. Ji ber vê yekê hêzên me neçar man mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin û êrîşên dagirkeran bibersivînin.

Efrîn

Topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navenda bajarê Efrînê ji bo koçberkirina sivîlan, dewam dike. Di vê çarçoveyê de, îro vê sibê du top li navenda bajarê Efrînê ketin û di encamê de sivîlan ku di nava wan zarok jî hebûn birîndar bûn.

Şera

Li gundên Şera di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şer rû didin. Taybet li gundê Metîna ji saetên sibê ta vê kêliyê şerên giran rû didin. Herwiha balafirên şer ên artêşa dagirker vê sibê gundê Elçiya bombebaran kir. Her wiha ji şeva din ta vê sibê balafirên şer ên artêşa Tirk gundên Sînka, Meydankê û navenda navçeyê bombebaran kirin.

Raco

Duh heta saetên derengiya şevê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora herêma Raco û gundên wê bombebaran kirin.

Bilbilê

Hemû gundên Bilbilê ji şeva din heta niha rastî topbaranê tên.

Cindirêsê

Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê navenda herêma Cindirêsê, gundên derdora wê û gundê Derwîş topbaran kir.

Her wiha balafirên şer ên artêşa dagirker navenda herêma Cindirêsê bombebaran kirin. Di encamê de sivîl bûne qurbanî û cenazeyên ku jin û zarok di nav de hene, hîna di bin enqazan de ne.

Her wiha gundê Miskî ji duh heta niha rastî topbaranê tê. Di heman demê de, balafirên şer ên artêş dagirker gundê Firariyê bombebaran kir. Di encamê de sivîl ku jin û zarok di nava wan de hebûn, bûne qurbanî.

Şiyê

Ji şeva din heta saetên sibê navenda Şiyê û gundên derdora wê rastî êrîşên hewayî hatin. Di heman demê de navend û gund rastî topbaranê hatin û taybet gundê Erendê.

Mabata

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên Berîmce, Mîrkan û Şîtka bombebaran û topbaran kirin.

(kc)