Efrînê 17 şehîdên berxwedana serdemê oxir kirin

Malbatên şehîdan di merasîma oxirkirina 17 şehîdên berxwedana serdemê de soz dan ku dê çekên zarokên xwe li erdê nehêlin û dê heta dilopa xweîna xwe ya dawî li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li ber xwe bidin.

Efrînê 17 şehîdên berxwedana serdemê oxir kirin
5 adar 2018   14:36

EFRÎN – Malbatên şehîdan di merasîma oxirkirina 17 şehîdên berxwedana serdemê de soz dan ku dê çekên zarokên xwe li erdê nehêlin û dê heta dilopa xweîna xwe ya dawî li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li ber xwe bidin.

Bi armanca oxirkirina 17 şehîdên berxwedana serdemê bi sedan welatiyên Efrînê li pêşiya nexweşcaneya Avrîn kom bûn û wêneyên şehîdan û alên YPG'ê û YPJ'ê bilind kirin.

Piştî ku welatiyan cenazeyên şehîdan ji nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê wergirtin, berê xwe dan Mezara Şehîd Avesta Xabûr û li vir merasîma oxirkirinê li dar xistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş axivî û wiha got: "Axa Efrînê bi xwîna berxwedêrên xwe pîroz bûye." Her wiha diyar kir ku welatiyên Efrînê efsaneyên lehengiyê di berxwedana xwe de dinivîsin.

Di merasîmê de Endamê Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava Şahîn Cûdî axivî û wiha got: "komployên li dijî gelê me tên meşandin ji bo dagirkirina Efrînê ne û bi saya hevgirtina welatiyan û girêdana wan bi axa xwe ve hemû komployên dijminan tên şikandin."

Di merasîmê de her wiha li ser navê malbatên şehîdan gelek axaftin hatin kirin. Di axaftinan de malbatên şehîdan soza şopandina riya şehîdan heta dilopa xwîna xwe ya dawî dan û gotin ku ew ti carî çeka zarokên xwe li erdê nahêlin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan di nava tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana serdemê de spartin axê.

Şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ev in: "Xelîl Mihemed (Agir Efrîn), Ocalan Cafer (Ocalan Şiyê), Mihemed Henan (Pêşeng Heleb), Hisên Hesen (Harûn Lêlûn), Xidro Şiho (Armanc Şêrewa), Mihemed Mistefa (Senfor), Ebdilqadir Ehmed (Fedekar)."

Şehîdên Asayîşê ev in: "Hemze Umer, Ebdilhadî Seydo û Mihemed Şêx Kêlo."

Şehîdên YPJ'ê ev in: "Cîhan Şêx Mûs (Viyan Soran) û Kiliya Sako (Birosta Xemgîn)"

Şehîdê Hêzên Xweparastinê Ehmed Mihemed, ji Hêzên Parastina Cewherî Ciwan Reşîd, Endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava Mistefa Xelîl (Argêş Soran) û herdu welatiyên sivîl Remziye Umer û Ehmed Yûsif.

(jh)

ANHA

" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>