1300 sûriyeyî derbasî kantona Reqayê bûn

Hezar û 300 sûriyeyiyên ji Lubnanê vegeriyane, gihaştin kantona Reqayê.

1300 sûriyeyî derbasî kantona Reqayê bûn
1300 sûriyeyî derbasî kantona Reqayê bûn
1300 sûriyeyî derbasî kantona Reqayê bûn
1300 sûriyeyî derbasî kantona Reqayê bûn
1300 sûriyeyî derbasî kantona Reqayê bûn
28 îlon, 2024   15:46
REQA

Di encama şerê Îsraîl û Hizbullahê de bi deh hezaran sûriyeyiyên li Lubnanê vedigerin Sûriyeyê.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê 24`ê Îlonê ji bo penaberên sûriyeyî yên vedigerin herêmê, komîteyek ava kir.

Li gorî serokê Yekitiya Ajokaran a Kantona Reqayê Hesen El Xabûr hezar û 300 sûriyeyî gihaştine kantona Reqayê.

El Xabûr diyar kir ku gelek malbatên din ên ji Lubnanê vegeriyane, dê bigihêjin bajêr.

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû ku wê ji bo penaberan gelek otobus eyar kirine ku wan bi koordîneya Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran û Nivîsgeha Xêrxwaziyê ji Himsê û Şamê bînin herêmê, navên wan qeyd bike û alîkariya pêwîst ji wan re pêşkêş bike.

Her wiha 3 malbatên sûriyeyî ji Lubnanê gihaştibûn kampa koçberên Girê Spî ya li Eyn Îsayê.

(şx)

ANHA