’13 rojin agahî ji Nêrgiz Mihemedî û çalakvanên din nayê girtin’

Teqî Rehmanî diyar kir ku 13 rojin ji Nêrgiz mihemedî û çalakvanên din ên mafê mirov hatine binçavkirin û heta niha ti agahiyek ji wan negirtine.

’13 rojin agahî ji Nêrgiz Mihemedî û çalakvanên din nayê girtin’
25 kanûn, 2025   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Teqî Rehmanî di derbarê rewşa Nêrgiz Mihemedî û çalakvanên din ku 13 rojin hatine binçavkirin, daxuyaniyek belav kir.

Teqî Rehmanî eşkere kiriye ku 13 rojin Nêrgiz Mihemedî û hin çalakvanên din ên mafên mirov di dema merasîma veşartinê ya parêzer Xesrew Elî Kurdî de hatine binçavkirin û heta niha jî li ser rewşa wan ya tendirustî ti agahiyek bidest neketiye.

Her wiha Teqî Rehmanî diyarkir ku Nêrgiz Mihemedî û çalakvanên din ji mafên xwe yên herî sereke yên wek hevdîtina li gel parêzer û xizmetguzariyên tendirustiyê bêpar hatine hiştin. Teqî got: “Vê rewşê fikarên malbatan zêdetir kiriye, nebûna ti agahiyek li ser rewşa binçavkiryan nayê qebûlkirin.”

Di dawiyê de jî Teqî Rehmanî dibêje: “Nêrgiz Mihemedî bi salan di hucreyên take kesî yên girtîgehan de têkoşîn meşandiye. Carek din vegeriyaye heman rewşê. Daxwaz dikîn demildest rê bê dayîn peywendî pêre bê danîn û di derbarê rewşa wê û girtiyên din de agahiyên zelal bên parvekirin û bêy merc bên berdan.”

Roja 12’ê Kanûnê li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna parêzer Xesrew Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin.