Şehîd Sîdar Andok li Hesekê hat bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Hesekê ji bo endama Tevgera Hîlala Zêrîn Sîdar Andok merasîmeke xiyabî li dar xist.

25 kanûn, 2025   15:16
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Hesekê ji bo endama Tevgera Hîlala Zêrîn Sîdar Andok (Nihal Ay) merasîma xiyabî li Qada Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn a li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê li dar xist. Girseyeke mezin a şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtine dest pê kir. Piştre endama Kongra Star Nahid Silêman axivî û got: "Em Kurd li her çar aliyên Kurdistanê dilê me yek e. Şehîd Sîdar ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye, lê li Rojava ji bo parastina çand û hunera pêkhateyên herêmê têkoşîn kir û şehîd bû."

Rêvebera Peymangeha Bilind a Hunerê Evîn Paşo bi navê peymangehê di kesayeta şehîd Sîdar de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û anî ziman ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rêya parastina destkeftiyên şoreşê de berdêlên mezin dane. Her wiha anî ziman ku ev destkeftî bi saya berdêlên giranbuha hatine bidestxistin.

Evînê behsa têkoşîna şehîd Sîdar û rola wê ya hunerî di şoreşa Rojava de kir û bi navê peymangehê jî soza şopandina rêya wê da.

Piştre hevserokê Meclisa PYD’ê ya bajarê Hesekê Ferhan Dawud axivî bi bîr xist ku gerîlayên azadiyê bi hezaran şehîd dane û malbata şehîd Sîdar jî ji bo jiyaneke azad û bi rûmet şehîd dane. Ferhan Dawud destnîşan kir ku destkeftiyên şoreşa Rojava berhema keda şehîdan e.

Piştî axaftinan rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê Rojda Ehmed nasnameya şehîd Sîdar xwend. Xwendekarên peymangehê jî ji bo bîranîna şehîd Sîdar stran gotin.

Koordînasyona Hîlala Zêrîn duh (24 kanûn 2025) bi daxuyaniyekê  ragihand ku Sîdar Amed (Nîhal Ay) îsal li Rojava şehîd bûye.

(b)

ANHA