11’emîn salvegera damezrandina Rojnews’ê hate pîrozkirin 

Bi amadebûna nivîskar, siyasetemdar, rojnamevan, mamostayên olî û rewşenbîran, merasîmek ji bo 11’emîn salvegera damezrandina Ajansa Nûçeyan a Rojnews’ê hate lidarxistin. Di merasîmê de soza berdewambûna li ser rêya şehîdên Çapemeniya Azad hate dayîn.

11’emîn salvegera damezrandina Rojnews’ê hate pîrozkirin 
1 cotmeh, 2025   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 11 sal bi ser avabûna ajansa me Rojnews ve derbas dibe. Ajansa me Rojnews di 1’ê Cotmeha 2014’an de bi şîara ‘Derxistina Rastiyan Erka Me ye’ û bi zaravayên Kurmancî û Soranî, her wiha zimanê Tirkî û Erebî dest bi rêwîtiya xwe ya di Çapemeniya Azad de kir. Rojnews yekîtîya neteweyî, azadiya jin û civakê, giringî û parastina jîngehê, her wiha redkirina hewldanên asîmîlasyonê yên li ser gelê Kurd kiriye bingeha têkoşîna xwe. Bi şopandina geşedanên li Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê erka xwe ya beramberî milyonan şopîneran pêkaniye.

Bi boneya 11’emîn salvegera damezrandina ajansa me, merasîmek hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên rêya azadiyê destpê kir.

Destpêkê peyama Desteya Rêveberiya Ajansa Nûçeyan a Rojnews’ê ji aliyê Rojnamevan Botan Germiyan ve hate xwendin. Piştre peyama Rojnamevan Silêman Ehmed ku berê di ajansa me Rojnewsê de kar dikir, hate xwendin.

Her wiha di dewama merasîmê de peyama pîrozbahiyê ya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji aliyê tîma amadekar ve hate xwendin.

Piştre ji aliyê Desteya Rêveber a Ajansa Nûçeyan a Rojnews’ê re xelata wefa û rêzgirtinê ji bo hemû rojnamevan û xebatkaran hate dayîn. Her wiha ji aliyê mêvanan ve jî xelat pêşkêşî Rojnews’ê hate kirin.

Ji aliyê Rêveberê Kompanya Çatir Kemal Heme Reza, Rojnamevan Kemal Reûf, Mela Nadir Elî û çend kesayetên din ve gotarek hate pêşkêşkirin.

Merasîm bi xwarina şîrînî, stran û gerandina govendê bi dawî bû.