’11 fermandarên Pasdarên Îranê hatin kuştin’

Hate ragihandin ku di êrişa li ser balafirgeha Şamê de 11 fermandarên Pasdarên Îranê hatine kuştin.

’11 fermandarên Pasdarên Îranê hatin kuştin’
29 kanûn, 2023   16:34
 NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El Erebiya ragihand ku di êrişa şevê din a li ser balafirgeha Şamê de, 11 fermadarên Pasdarên Îranê hatine kuştin. 

Li gorî heman çavkaniyê di êrişê de fermandarekî Pasdarên Îranê yê rojhilatê Sûriyeyê Newret Reşîd jî birîndar bûye. Tora El Erebeiya her wiha diyar kir ku fermandarên Pasdarên Îranê yên li rojhilatê Sûriyeyê  li balafirgeha Şamê pêşwaziya şandeyeke payebilind dikirin.

(bb)