ˋWeke hemû Sûriyeyiyan mafê me jî yê vegerê heyeˊ

Koçberên Efrînê yên li bajarê Çilaxa bi cih bûne xwest ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku sûc li dijî wan pêk anîne ji Efrînê bên derxistin û got: "Weke hemû sûriyeyiyan em jî dixwazin vegerin bajarê xwe."

ˋWeke hemû Sûriyeyiyan mafê me jî yê vegerê heyeˊ
6 sibat, 2025   05:05
QAMIŞLO

Koçberên Efrînê yên ku niha li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê bi cih bûne, xwest ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê (Artêşa Nîştimanî) ji bajarên wan derkevin da ku vegerin malên xwe. Der barê mijarê de dayika şehîd Êrîş Efrîn, Erîfe Ehmed Hemo ya ku ya ji bajarê Cindirêsê yê Efrîna dagirkirî ye ji ajansa me re axivî.

RÊWÎTIYA KOÇBERIYÊ Û ÊŞÊN WÊ

Erîfe diyar kir ku wan 8 sal li herêma Şehba ku nêzî bajarê xwe yê Efrînê ye derbas kir.

Erîfe koçberiya duyemîn a ber bi kantona Cizîrê ve bi ya herî zehmet wesif kir û got çeteyên dewleta Tirk di rê de êrişî wan kirin û got: "Me di dîmenan de dît ku li Til Rifetê serê welatiyan qut kirine. Me di rê de ji bilî sermayê gelek zehmetî weke tirs û xofê dîtin."

BERXWEDANA Û BANG

Erîfe diyar kir ku berxwedana wan didome û heta çeteyên ku li dijî wan komkujî pêk anîne dernekevin ew venagerin warê xwe û wiha domand: "Hin malbatên hewl dane vegerin Efrînê, rastî êriş, qetilkirin û lêdanan hatin."

Erîfe bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derxin û wiha pê de çû: "Çawa penaber û koçberên li hundir û derveyî Sûriyeyê vedigerin, mafên me jî ya vegerê heye."

Erîfe wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji mafê me ye em vegerin warê xwe."

Koçberê bi navê Mistefa Elî yê ji gundê Sêmalka yê bajarê Mabeta yê Efrîna dagirkirî jî bang li rêxistinên hiqûqî û hêzên navneteweyî kir ku li bangên xelkê Serêkaniyê û Girê Spî guhdarî bikin û ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarên wan, bixebitin.

HEJMARA KOÇBERÊN LI ÇILAXA HATINE BICIHKIRIN

Ji ber êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hezaran şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê bi darê zorê koçberî kantonên Reqa, Tebqa, Cizîr û Firatê bûn. Ji wan 97 malbat li bajarê Çilaxa, gundên wê û dibistana Ibin Zêdon hatin bicihkirin, her wiha 5 malbat li taxa Resafe, 6 malbat li bajarokê Abîre û 6 malbatên din jî li gundê Sêgirka Dero hatin bicihkirin.

PIŞTGIRIYA KOÇBERAN

Li gorî endamê Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclisa Çilaxa Elî Hisên Receb, komîte rewşên koçberan dişopîne û tevahî xizmetguzariyên tenduristî û jiyanî ji wan re pêşkêş dike, li kêlek wê jî Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê re tedawiyên guncaw pêşkêş dike.

Her wiha Komîteya Sotmeniyê jî navên koçberan qeyd kirin û ji her malbatekê re 300 lître mazot veqetand, kel û pelên germkirinê mîna sobe û germker (sexane) li malbatan belav kirin.

Receb got ji bo piştgiriya koçberên Efrîn û Şehbayê çi bê xwestin ew amade ne.

(fr)

ANHA