ˋWê berxwedana me bikeve dîrokêˋ

Jinên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destnîşan kir ku ew ê parastina taxên xwe bidomînin û Sûriyeya nû li ser bingehên hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de ava bikin û got: “Wê berxwedana me bikeve dîrokê."

ˋWê berxwedana me bikeve dîrokêˋ
ˋWê berxwedana me bikeve dîrokêˋ
ˋWê berxwedana me bikeve dîrokêˋ
ˋWê berxwedana me bikeve dîrokêˋ
ˋWê berxwedana me bikeve dîrokêˋ
ˋWê berxwedana me bikeve dîrokêˋ
ˋWê berxwedana me bikeve dîrokêˋ
9 kanûn, 2024   04:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ku rêya berxwedanê û parastina her du taxan hilbijartine, teqezî bi rola xwe ya di avakirina Sûriyeya nû de ya li ser bingehên edalet, wekhevî û jiyana hevbeş, da.

Fatme Şêxo got: “Bi berxwedan û îradeya xwe me hewldanên êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî bajêr têk birin. Em xaka xwe bernadin.”

Fatme diyar kir ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevî ku rûbera wan a coxrafî ne ewqasî zêde ye, lê dîsa jî destanên berxwedanê bi saya hevgirtina pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan û piştgiriya wan ji hêzên leşkerî re, tên nivîsandin.

Fatme wiha axivî: “Em bi hêzên xwe re ne. Bi saya wan em mane. Şerê gelê şoreşgerî bersiva herî guncaw a parastina xakê û hebûnê ye.”

Li aliyekî din jî Medîne Muslim destnîşan kir ku şêniyên her du taxan tu carî dest ji mafên xwe bernadin û ew ê destwerdanên derve red bikin û xaka xwe biparêzin.

Medîne wiha domand: “Em dikarin bi îrade û rêxistinkirina xwe xak û hebûna xwe biparêzin. Em amade ne di berdêla mayîna li ser axa xwe de, her tiştî bikin. Em çek hildin jî em careke din koçber nabin. Ji ber ku xaka me nasnameya me ye."

Ronahî Mihemed jî piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî re û girêdana bi xakê ve nîşan da û got: “Em tu carî xwe nadin aliyekî, berxwedana me dê di dîrokê de were nivîsandin.”

Ronahî Mihemed wiha li gotina xwe zêde kir: “Hêzên me xwe dispêrin me. Em jî bi hêzên xwe bawer in. Lê belê eger pêwist be em ê jî çek hildin. Ev qonax çarenûsa me diyar dike. Em ê ji cîhanê re hebûna xwe îsbat bikin. Em ji xwe û şiyana xwe bawer in."

(mh/fr)

ANHA