ˋParîs ji bo serxistina lihevkirina QSD'ê û Şamê dixebiteˊ

Wezareta Derve ya Fransayê diyar kir ku lihevkirina Şam û QSD'ê ji bo her du aliyan firseteke baş e. Parîs ji bo serxistina lihevkirinê dixebite.

ˋParîs ji bo serxistina lihevkirina QSD'ê û Şamê dixebiteˊ
10 sibat, 2026   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê Christophe Lemoyne da zanîn ku lihevkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji bo her du aliyan firseteke baş e.

Berdevk diyar kir ku Parîs ji bo serxistina lihevkirinê xebatên ji bo nêzîkirina nêrînên her du aliyan dike. Fransa ji her du aliyan ve nêzîk e, Fransa deh salan bi QSDˊê re şerê li dijî çeteyên DAIŞˊê kiriye.

Berdevkê Wezaretê daxuyand ku bicihanîna lihevkirinê ne hêsan e, Fransa dê peyamên her du aliyan bigihîne hev, ji bo berdewamkirina şerê li dijî DAIŞˊê û ewlekirina girtîgehan ev lihevkirin pêwîstiyek e.

Christophe Lemoyne destnîşan kir ku fermandarê QSD'ê Mazlûm Ebdî, peymana bi hikûmeta demkî re wekî derfetekê dibîne ku ew wekî siyasetmedarekî tev bigere, ne tenê wekî generalekî.

Berdevkê Wezaretê diyar kir ku serokê Fransayê Emmanuel Macron pir dixwaze di demek nêzîk de, digel şîrketên ku bi veberhênanê re eleqedar in, serdana Sûriyeyê bike.

(ac/fr)

ANHA