ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-02-2026
11 sibat, 2026   02:00

Şêniyên herêma Aliyan a Çilaxayê diyar kir ku pêdiviya qonaxa heyî bi helwesteke kurdî ya yekbûyî û nêrîneke hevbeş heye da ku li hember arîşeyên siyasî û ewlehiyê yên li pêşiya doza Kurd li Rojava bê sekinandin. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên Efrînê daxwaza vegera ewle li warê xwe kir û got, girêdana bi Efrînê ve ji  girêdaneke erdîngarî wêdetir girêdana bi nasname û dîroka xwe ve ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedar Ezher Ehmed diyar kir ku demokratîkkirina Sûriyeyê dê bibe alîkar ji bo çareseriyek domdar ji bo hemû kirîzên wê. Ehmed ezmûnên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke nimûneyeke rastîn a demokratbûnê nîşan da. BI WÊNE Û DÎMEN

Xwendekara Zanîngeha Kobanê Fatma Mehmûd ji komkujiya Xirabişkê rizgar bûbû. Fatmayê got ew ê xwendina xwe bi dawî bike û parastina gelê xwe bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji nîvê Çileyê ve Ii ser Rojava êrişên komên hikumeta demkî çêbûn. Di êrişan de bendavên Firat û Tişrîn û santrala elektrîkê ya Cibsayê hatin texrîbkirin û elektrîk bi zanebûn li ser Kobanê û Cizîrê hat birîn. Vê yekê krîza mirovî girantir kiriye, bi taybet ku bajarê Kobanê ji 20`ê Çileyê ve di bin dorpêçê de ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Kînas Hisên Elî (Zîlan Tekoşîn) ê ku di 9ˊê Çileyê de li Şêxmeqsûdê şehîd bûye, li kampa Serêkaniyê ya Hesekê merasîmeke xiyabî li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê şehîd Mazlûm Efrîn û Nemir Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan oxir dike, 11.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN