ˋParastina YPJˊê parastina azadiya jinê yeˊ

Li Londonê ji bo naskirina fermî ya YPJ’ê di nava avaniya parastina Sûriyeyê de û ji bo piştgiriya bi jinên Rojava re daxuyaniyeke girseyî hat dayîn û hat gotin: “Îro parastina YPJ’ê, parastina azadiya jinê ye.”

ˋParastina YPJˊê parastina azadiya jinê yeˊ
10 gulan, 2026   23:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Jiyan ku li paytexta Îngilistan Londonê xebatên xwe dimeşîne, di çarçoveya naskirina fermî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di nava avaniya parastina Sûriyeyê de û entegrebûna wê, daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de pir caran dirûşmên “Bijî YPJ”, “Niha dema jinê ye”, “Jin jiyan azadî”, “Em hemû YPJ ne” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Devrîm Sara daxuyaniyek da û diyar kir ku destkeftiyên Şoreşa Rojava di bin êrîşên sîstematîk de ne û wiha got: “Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk vîna jinan, azadî û mafê wan ê xweparastinê dikin hedef. Lê berxwedana gelan rê li ber şerekî mezintir girt. Îro têkoşîn ne tenê li eniyê; bi dîplomasî, çand, civak û bi hêza rêxistinkirî ya jinan didome.”

Sara bal kişand ser wê yekê ku YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye û wiha destnîşan kir: “YPJ, sembola azadiya jinê, rûmeta gelan û jiyana demokratîke. YPJ’ya ku li dijî tariya DAÎŞ’ê şer kir, nîşanî hemû cîhanê da ku jin ne tenê xwe, lê hêza herî mezin in ku dikarin civaka xwe jî biparêzin. Îro temsîliyeta wekhev a jinan, mafê xweparastinê û hebûna YPJ’ê tê xwestin ku bê redkirin. Lê em dizanin ku vîna jinê nayê teslîmgirtin! Destkeftiyên jinan nabin mijara bazarê!”

Sara diyar kir ku ew piştgiriyê didin kampanyaya “Em hemû YPJ’yî ne” ya ku ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Jinan a li Rojava ve hatiye destpêkirin û daxwazên xwe wiha rêz kirin: “YPJ divê bi fermî bê naskirin. Destkeftiyên jinan divê bên parastin. Jinên girtî divê bên berdan. Çarenûsa windayan divê bê eşkere kirin.”

Sara destnîşan kir ku divê hêza jinan a di qada leşkerî û civakî de bê mezin kirin û wiha got: “Îro parastina YPJ’ê, parastina azadiya jinê ye. Parastina azadiya jinê jî parastina pêşerojeke demokratîke. Berxwedana YPJ’ê ji bo hemû jinan bû hêvî. Em Anna Campbell, Ivana Hoffmann û hemû şehîdên jin ên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînin. Em ji vir bang li hemû jinên cîhanê dikin: Bêdeng nemînin. Li gel azadiya jinê bin. Li gel YPJ’ê bin.”

Daxuyanî bi sloganên “Bijî YPJ”, “Em hemû YPJ ne” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.